Li êrîşeke dironî a rejîma Îranê de bo ser yek ji binkên Partiya Azadiya Kurdistanê, madeya fisfora sipî têkel bi teqemenî bikar hatiye.
Partiya Azadiya Kurdistanê ragehand, li gorî pişkinîna bo rewşa 9 pêşmergên birîndar ên êrîşa wê dawiyê a rêjîma Îranê, û ew agirên berfireh li jîngeh û cihê rûdanê keftiye, derkeftiye ku çeka bikarhatî fisfora sipî tê de bûye.
Partiya Azadiya Kurdistanê ev êrîş wek tawanek şer û binpêkirina aşkera a yasaya navdewletî a mirovî li dema şer de tê hisab, çimkî bikaranîna çeka wisa ku mirov û jîngehê dişewitîne, berewajiyê hemû binemayên mirovî ne.
Hûner Ehmed belgefîlimsaz û rojnamenivîsê Kurd, bi belavkirina wêneya du kes ji pêşmergên birîndar yên vê êrîşê, nivîsiye, min serdana wan pêşmergan kir ku li gorî gotina Partiya Azadiya Kurdistanê, li êrîşek dironî de bûne amanc ku fisfora sipî di nava madên teqîna wan dironan de bûye.
Partiya Azadiya Kurdistanê daxwaz ji netewên yekgirtî û xaça sor û hikumeta Îraq û Herêma Kurdistanê kir ku bêdeng nebin û pêngavên yasayî bo sizadana Îranê û parastina ewlehiya deverê bigre ber, çimkî bêdengî derheq wan çekên qedexekirî, rê bo tawanên zêdetir xweş dike.