Tîma neteweyî ya futbolê ya Spanyayê li fînala Kupa Cîhanî ya 2026an de piştî pêşbirkêyekî dijwar û 120 deqîqeyî, bi encama 1 - 0 Arjantîn şikest da û bo cara duyemîn di dîroka xwe de bû qehremanê cîhanê.
Lîstik di dema asayî de bi wekheviya 0-0 bi dawî bû. Lê di deqîqeya 106an a dema zêdekirî de, stêrkê Spanyayê Ferran Torres golekî girîng tomar kir û tîma xwe gihand gupka futbola cîhanê. Bi vê serkeftinê,
Girêdayî bûna zaf pirsên siyasî û geuhertinan bi Fûtbolê û Amadebûna Donald Tiramp di Fînalê de, gelek baldar bû.
Fînala vê carê ne tenê bi lîstika li ser çîmenê stadyomê, belku bi bûyerên siyasî yên li dora lîstikê jî ket rojevê:
Amadebûna Tiramp: Serokê Amerîka Donald Trump jî di stadyomê de amade bû û ji nêz ve temaşeya vê fînala aloz kir.
Beşdarbûna Tiramp di merasîma xelatdayînê û bexşîna kupa zêrîn de bala hemû medyayên cîhanê bo aliyê xwe rakêşand. Ev bûyer wekî nîşaneyeke zelal a têkelbûna futbolê û siyaseta cîhanî di mezintirîn çalakiya werzişî de hate nirxandin.
Gelek şirovekara li ser vê baweriyê bûn ku agirbesta demkî a di navbera Amerîka û Îranê de jî heya qasekê girêdayî û pêywendî bi leyîza 40 roje a Cama Cîhanî a Fûtbolê ve hebû, ku hewcebû li wî heyamî de ewlehiya Esman û hatinûçonê hebuya.