Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Marko Robiyo: Îran dixwaze Tengava Hormozê wek kartek givaşê bikar bîne

13:50 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2026

Marko Robiyo, Wezîrê Derve ê Amerîka got, Komara Îslamiya Îranê hewil dide Tengava Hormozê bike kartek bo givaşxistina ser Civatgeha Navdewletî.

Robiyo herwisa got ku Waşington berdewam dibe li parastina Azadiya veguhastina Bazirganiya Cîhanî de, û daxwazê li welatên din kir ku beşdariya zêdetir ji wan hewlan de bikin.

Marko Robiyo, Wezîrê Derve ê Amerîka ragehand belge nîşan didin ku Komara Îslamiya Îranê, yan aliyê kêm hinek li berpirsên wî welatî, hewl didin kontirola Tengava Hormozê bikne emrazek givaşê bo ser cîhanê de.

Robiyo got: rohn e ku Îran, aliyê kêm hinek kes li nav wî welatî, dixwazin Tengava Hormozê wekî kartek givaşê dijî cîhanê bikarbîn in.

Wî herwisa tekezî kir ku Amerîka berdewam dibe li encamdana her pêngavek ku hewce be bo parastina bazirganiya cîhanî û alxayînbûn li azadiya hatinûçûna deryayî .

Wezîrê Derve ê Amerîka li welatên hevpeyman û hevbeşên Waşingtinê daxwaz kir bandorek çalaktir bigirin bo dabînkirina alavên serbazî, piştgîriya darayî yan her şêwazek dinêye hevkariyê, li kêmkirina wan metirsiyan de beşdar bin.