Malnişînkiriyên Şîrketa Muxaberatê li Kirmaşan, Sine û Îsfahanê careke din ji bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember rewşa nebaş û dijwar yê jiyanê û paşguhxistina daxwazên wan ji aliyê berpirsan ve hatine ser şeqaman. Ev kombûn piştî çend sal hewl û lipeyketinan hîn jî berdewam in û bûne hêmaya nerazîbûna berfireh di nav malnişînkiriyan de.
Xwepêşanderên nerazî dibêjin ku maf û daxwazên wan yên yasayî hatine paşguhxistin û cîbicîkirina ayînameya rêvebirinê ya sala 1389 hîn jî bi awayekî rast nayê cîbicîkirin.
Wan rêveberiya Şîrketa Muxaberatê ya Îranê û xwediyên pişkên sereke, di nav wan de saziyên aborî yên girêdayî rejîmê, berpirsiyarê beşek ji vê krîzê dizanin.
Berdewamîya van xwepêşandanan nîşan dide ku soz û biryarên rêveberan nekarîne krîza bêbaweriyê ya di navbera malnişînkiriyan û rêveberiya Şîrketa Muxaberatê de çareser bikin. Ev krîz hemû hefteyê carekê bi amadebûna xwepêşanderan li ser şeqaman dîsa xwe nîşan dide.