Spaha Terorîst a Pasdaran a rejîma Îranê ragehand bi mûşek û dironan çendîn binkên serbazî ên Amerîka li Behrên, Kuweyt û Ordonê kiriye amanc.
Li gorî daxûyaniya sipaha pasdaran, li Kuweytê sayta radara dûrbir, Navenda Peywendiyan, Radara berevanî û kogaya dironên MG-9 li binkên Elî Elsalim, kirine amanc.
Herwisa Îdîaya têkşikandina radara FPS-117 sîstema Patryot û peywendiyên mahwareyî li binkeya Ehmed Elcabir hatiye kirin.
Li Behrênê jî, Spahê Îdiaya êrîşa bo ser sîstema berevanî û radarê li binkeya Elmehreq û sîstema Patryot li binkeya Elrifah kiriye, herwisa wek bersivekê bo êrîşên ser Darxiwên ragehandiye bi mûkeka Kirûz Navenda şîrketa Emazon li Behrênê wêran kiriye.
Li ordonê jî, spahê îdiaya lêdana radara berevanî û têkşikandina firokeya F-15ê kiriye.
Hevdem erteşa rejîmê ragehand li 30ê Pûşperê bi dironan êrîş kirine ser binkên Ehmed Elcabir, Elhedîrî û kempa Erîfcan li Kuweytê.