Berhevdana nûçegihaniyên Îsraîlê aşkere kirine ku rejîma Îranê hezaran Santirîfiyoj ên etomî veguhastiye bo Devera çiyayê Pîkakisê û li kûrahiya erdê de cêhgîr kirine.
Li gorî raporta rojnameya Wall Sitrît Jûrnal, ev pêngava Tehranê encamdana her êrîşek esmanî bo ser wan damezravên etomî aloztir û dijwartir dike.
Zanyariyên nûçegihanî îşare bi vê dikin ku piroseya veguhastinê li payîza derbasbûyî de piştî şerê 12 roje a Cozerdan û Pûşpera 1404an encam daye, şerek ku têde Amerîka firokên bombhawêj ên B-2 bo biarmancgirtina binkên bin’erdî ên Îranê bikar anîbûn.
Hevedem Donald Tiramp Serokomarê Amerîka îşare bi vê kir ku çiyayê Pîkaks amancek egerî ye bo êrîşek serbazî a giran û ragehandiye, ew li rûyê rewşa etomî ve li rewşek baş de nîne û eger heye bi wan zûkatiyan êrîşê bikne ser wan cihane jî.
Ji aliyekê din ve, kanala CNN li raporekê de ragehandiye ku wêneyên mahwareyî ên hatin û çûna berdewamiya barhilgiran li Devera çiyayê Pîkakis nîşan didin, ku eva jî îşareye bo hewlên Tehranê bo nûjenkirina damezravên xwe yên etomî.