Şan Parnêl, Berdevkê Pêntagonê li rêya tora civakiya (X) de ragehand, ku li 16ê Pûşperê ve heya niha nêzî 100 serbazên Amerîka li encama êrîşên esmanî ên Îranê bo ser binkên Amerîka li rojhelata Navîn de birîndar bûne.
Li gorî gotina Parnêl %96 a wan serbazane ku piraniya wa tûşê zirarberkeftina sivik a mejî bûne, baş bûne û zivrîne ser kar û erkên xwe.
Pêntagonê herwisa raporta hinek li nûçegihaniyan derheq bi veşartina amara birîndaran bi bê bingeh da xûya.
Hêjayê gotinê ye ku berê hatibû ragehan ku li destpêka şerê 40 rojeve heya wê dawiyê, li encama êrîşên mûşekî û dironiye rejîma Îranê bo ser binkên Amerîka li deverê, bi giştî pitir ji 17 serbazên wî welatî hatine kuştin û pitir ji 400 serbazên din jî birîndar bûne.