CENTCOMê ragihand, 10emîn êrîşa lipeyhev a bo ser paşmaweyên rêjîma Îranê bi dawî aniye ku ji demjimêr 11 û nivê şevê 29ê Pûşperê heta demjimêr 4 û 30 xulekên sibêdeha roja Sêşemî 30ê Pûşperê hatiye kirin.
Li vê êrîşê de ku li çendîn bajarên Îranê de binke û navendên serbaziye rêjîmê hatine teqandin, careke din navendên fermandehiya serbazî, şiyana deryayî, cihê avêtina mûşek û dironan û sîstema berevaniya esmanî ya paşmaweyên rêjîmê bûne armanc.
CENTCOMê Herwisa tekezî li ser berdewamiya hatinûçona deryayî li vê tengava navnetewî de kiriye û ragihandiye li heyama 3 heyvên dawiyê de hêzên Amerîkayê rê bo 900 gemiyan bo derbasbûn ji tengava Hormozê xweş kirine û rewşa bo veguhastina 450 milyon bermîl neftê, dabîn kirine.