Saziya Mafê Mirovî ya Kurdpa yê di raporekê de amara binpêkirinên sîstematîk yên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, di şeş mehên yekem yên sala 2026 de belav kir.
Li gorî vê raporê, di vê demê de Hezar û 431 haletên rasterast yên binpêkirina mafê jiyanê, îşkence û girtin hatine tomarkirin.
Li gorî vê raporê, di tepeserkirina xwepêşandanan de nasnameya 231 welatiyên Kurd ku hatine kuştin (ji wan 15 jin û 20 zarok) hate piştrastkirin. Piraniya wan bi teqeya rasterast ya hêzên rejîmê hatine kuştin.
Herwisa 30 welatiyên Kurd hatine îdamkirin û 654 kesên din jî hatine girtin; gelek ji wan rastî îşkenceya giran a laşî û îtirafên bi zorê hatine.
Ev rapor herwisa amaje bi milîtalîzekirina bajaran dike ku bi bikaranîna zêdetir ji 40 binkeyên giştî û medenî di nav wan de nexweşxane û dibistan wekî mertalên mirovî hatine bikaranîn.
Di encama êrîşên rêjîmê li ser Herêma Kurdistanê, bi avêtina zêdetir ji 830 mûşek û dronan, 20 kes pêşmerge û welatiyên sivîl şehîd bûne û kemp jî hatine wêrankirin.
Di beşa qurbaniyên mînan û kolberan de jî rapor diyar dike ku di van şeş mehan de 2 welatî ji ber teqîna mînan canê xwe ji dest dane. Herwisa 2 kolber bi teqeya rasterast ya hêzên rêjîmê hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.