Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeymaniya Erebî parastina ewlehiya tengava Babulmendeb kêşa stuyê xwe

13:54 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2026

General Tirkî El-Malikî, Berdevkê fermî yê Hevpeymaniya Erebî ragiyandiye, fermandehiya hêzên hevpar karê hewce bo parastina ewlehiya deryayî ya li tengava Babulmendeb de bo piştevanîkirin li dewleta fermî ya Yemenê, dest pêkiriye.

Navbirî tekez kiriye ku li hember her cure gefxwarineke Hûsiyan de dê bi tundî bisekinin, û herwisa daye zanîn, gefxwarinên Hûsiyan binpêkirina aşkere ya mafên navnetewî ye û li çarçoveya yasayan de bi diziya deryayî tê naskirin.

Herwisa berdevkê hevpeymaniya Erebî ragihand ku daxistina wêzgehên qiraxavî û firokexaneyên Yemenê beşek ji propagandaya çewt a Hûsiyan e û zêdetir ji 300 gemiyên ticarî ji 6 heyvên destpêkiya 2026 de, berhemên ticarî, şewat û alavên bînasaziyê û xwarin li wêzgehên bajarên qiraxavî yên “Elhodeyde, Elselîf û Reis Îsa” de cî bi cî kirine.

Paşmaweyên rêjîmê pêştir daxwaz ji Hûsiyan kiribûn ku tengava Babolmendebê bi ser hatinûçon û ticareta cîhanî de dabixin.