Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li daxûyaniyekê de aşkera kir ku, roja Sêşemî 30ê Pûşpera 1405an, Ebûbekir Hoşengî, yek ji birîndarên êrîşa Komara Îslamî bo ser baregehên Komelê, bi sedema kurahiya birînên xwe ve canê xwe ji dest da.
Sipêdeha roja 26ê Pûşperê, baregahên Komeleya Şoreşger a zehmetkêşên Kurdistana Îranê li derdora Zirgiwêzê keftine ber êrîşek giran a mûşekiya Komara Îslamiya Îranê û mixabin 9 pêşmerge şehîd û 2 pêşmergên din jî birîndar bûn ku amara şehîdên wê êrîşê bo 10 kesan zêde bû.
Sikirtariyeta Komîteya Navendî a Komelê tevî sersaxî li malbat, hevçeper, xelkê Kurdistanê û bitaybet xelkê bajarê Merîwanê, tekezî li ser domandina rêbaza Şehîd Ebûbekir û tev şehîdên êrîşa mûşekî kiriye û ragehandiye ku xiwîna wan dibe hivênê berdewamiya xebat û şoreşa wan.