Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dawî derfet bo milsên ser bi rêjîma Îranê bo danşna çekan 30 September e

09:37 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2026

Berdevkê dewleta Îraqê li roja Dûşemî 29ê Hezîranê ragihand ku dewleta Îraqê bi milîsên ser bi rêjîma Îranê li Îraqê de heta 30 September anku 8ê Rezberê derfet daye ku çekên xwe radestî dewleta Îraqê bikin.

Ev yeka li halekê de birîna destê rêjîma Îslamiya Îranê li Îraqê ye, hevdem digel dawîhatina erkê hevpeymaniya Navnetewî ya dijî DAÎŞ a birêveberiya Amerîka li Îraqê de ye.

Ev biryara dewleta Îraqê rojekê piştî serdana wezîrê derve yê rêjîma Îranê li Îraqê hatiye dan.

Berdevkê dewleta Îraqê ragihandiye ku piştî 30 September, her çekek derveyî çarçoveya dewleta Îraqê dê neyasayî tê hejmartin û dê bê sizakirin.