Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî bi dironan bilindahiyên Balîsanê kir armanc

16:13 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2026

Îro pêncwşem, 11ê Pûşpera 1405an (2ê Tîrmeha 2026an), careke din Komara Îslamî êrîşeke dironî kire ser binkeyên Hizba Dêmokrat.

​Di vê êrîşa nû de, Komara Îslamî bi dironekê bilindahiya Balîsanê li Başûrê Kurdistanê kir armanc.

Di heman peywendiyê de şeva borî jî, Komara Îslamî bi dironekê kampa "Dêgele" ya Hizba Dêmokrat li nêzîkî bajarê Koyeyê kire armanc.

​Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka şerê xwe yê li gel Amerîka û Îsraîlê ve heta niha, bi zêdetirî 140 mûşek û dironan kampa malbatên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û binkeyên tenduristî û perwerdehiyê yên vê hizbê kirine armanc.