Donald Tiramp Serkomarê Amerîka, roja Sêşemî 30ê Pûşperê li dîdarekê de ligel Cozêf Ewin, Serkomarê Lubnanê, hoşdarî da ku Waşington bi wan zûkatiyan wê êrîşek tund bike ser devera Pîkakis “Koleng” li nêzî Netenzê, ew cihê ku wa xûyaye komek tonêlên kûr têde hatibine çêkirin û Santîfiyûjên pêşkeftî bo vir hatibne veguhastin.
Tiramp îşare bi vê kir ku şiyana serbazî a Îranê bi awayekî berçav lawaz bûye û ragihand Tehran li rûyê bê hêvitiyê bi dû danûstandinê de digere bo dawîanîn bi şer.
Serkomarê Amerîka bi tekezî li ser dorpêça deryayî a Îranê kir û got, Îran dibe bête ser maseya danûstandinê, nekû dê rûbirûyê Wezareta me a şer bibe, ev dorpêç deryayî jî li ser Îranê, wek dîwarek pollayîne.
Tiramp li beşeke din a axaftinên xwe de bersiva gefên Hûsiyên Yemenê derheq bi dorpêçkirina benderên Erebistanê da û ragehand: hekî wî karî bikin, dê bersivek tund wergirin.
Tiramp herwisa amadehiya xwe ragîhand ku hekî Serkomarê Lubnanê daxwaz bike bo gotubêj ligel aliyên cuda, ji wan Hizbûllaha Lubnanê, da xûya.