Li sibêdeha roja Çarşemî 31ê Pûşperê, Amerîkayê çendîn cih li Îranê de bi tundî bombebaran kirine û pêka rapoprên belavbûyî, nêzî balafirxaneya Bêhbehanê li parêzgeha Ehwazê, bûye armanca bombên Amerîkayê.
Deng û rengê rêjîmê ragîhand, êrîşa esmanî li bajarê Têhranê kirine, lê zanyariyek zêdetir belav nekirine, herwisa li bajarê “Kebûder Aheng” li parêzgeha Hemedanê, bajarê Tewrêzê, bajarên “Çiwar û awdanan” li parêzgeha Îlamê, bûne armanca çendîn êrîşên esmanî.
Çendîn teqînên mezin li bajarên wek, Bane, Konarek, Çabihar, Omîdiye, Mahşehr, Sîrik li nêzî tengava Hormozê û Bûşêhrê hatine bihîstin.
Enbara cebilxane ya binkeya esmaniya Noje li bajarê Hemedanê bûye armanc û hatiye teqandin û li qiraxavên Îranê de jî çendîn gemiyên rêjîmê bûne armanc.
Artêşa Amerîka ragîhand ku di 11 mîn şeva êrîşan de, gelek cihên stratêjîk û bi taybetî binkeyên leşkerî û embarên teqemenî û radarî hatine bombebarankirin û ji nav birine.