Piştî êrîşa bo ser welatên deverê ji aliyê rejîma Îranê ve li heyama 9 rojên derbasbûyî de, careke din jêrxanên peywendîdar bi jiyana asayî li Kuweytê bo cara çaremîn bû amanca êrîşan.
Roja Sêşemî 30ê Pûşperê, Wezareta berq, av û enerjyên nûkirî a Kuweytê ragehand, Komara Îslamî bo cara çaremîn êrîş kire ser çend damezravên berhemanîna berq û ava şîrîn û bi sedema wan êrîşan jiyana piraniya xelkê li jêr metirsiyê de ye.
Li daxûyaniya wê wezaretê de hatiye ku li encama wan êrîşan de çend wizexane agir girtine û zirarek zêde gihaye wan.
Rejîma Îranê li daxûyaniyekê de êrîş bo ser wan wizexanane piştrast kir.
Berê jî Wezareta Derve a wî welatî ragehandbû, êrîşên Komara Îslamî bo ser ew damezravên girîng ku peywendî bi jiyana xelkê asayî ve heye, nayête qebûlkirin.
Herwisa Wezareta Derve a Kuweytê êrîşa mûşekî û dironiye rejîma Îslamî bo ser damezravên berhemanîna berq û ava şîrîn a welatî xwe bi tundî şermezar kir û ragehand, ew êrîşane ku rastewxwe jêrxanên peywendîdar bi jiyana xelkê asayî dike amanc, tawanek mezin e.
Berê jî welatên endam li Şêwraya Hevahengiya welatê Kendavê, û deverê tevî şermezarkirina wan êrîşên rejîmê, biamancgirtina cihê akincîbûna xelkê asayî û damezravên peywendîdar bi jiyana xelkê bi tawan dijî mirovahiyê da xûya.