Pete Hegseth, Wezîrê Şer ê Amerîkayê, li Senaya Amerîkayê di civîneke aloz û tijî nîqaş de amade bû. Hegseth ji bo piştgirîkirina artêşê daxwaza 70 milyar dolar budceya zêde û lezgîn kir. Wî li ber Komîteya Senayê ragihand ku şerê bi Îranê re heta niha 37.5 milyar dolar li ser Amerîkayê rawestiyaye. Ev rêje li hember texmînên meha nîsanê nêzî 8 milyar dolar zêdetir bûye.
Ev civîn çend caran ji aliyê xwepêşanderan ve hat rawestandin. Xwepêşanderan dirûşmên wekî "Bombebarankirina zarokên me li Filistîn û Îranê bisekinînin" û "Vî şerê bêdawî, her niha bisekinînin" berz kirin. Senatör Susan Collins daxwaz ji polîsan kir ku xwepêşanderan ji salonê derxînin.
Hegseth diyar kir ku ev budceya nû ji bo xurtkirina teknolojî, hişê çêkirî, pergalên xweser û rewşa gelekî girîng e, da ku amadehiya leşkerî ya Amerîkayê biparêzin û şiyanên leşkerî nû bikin.