Di du rojên derbasbûyî de, daristan û mêrgên Qelareng li Îlamê ji aliyê dijminên Kurdistanê û kesên girêdayî rejîmê ve hatin şewitandin û zirareke mezin li jîngehê hat xistin.
Piştî nîvroya roja 29ê Pûşperê, agir ber bûye daristan û mêrgên Qelareng û ji ber bayê xurt bi lez belav bû, ku bû sedema zirareke mezin li jîngeha wê deverê.
Piştî hewildanên bêrawestan yên çalakvanên parastina jîngehê û ciwanên dilsoz yên herêmê, û piştî 16 demjimêran, agir di dawiyê de hate kontrolkirin û pêşî li belavbûna zêdetir hate girtin.
Li gorî zaniyariyan, zêdetir ji 5 hiktar ji wê daristanê bi tevahî şewitîye.
Bi dehan sal in ku rejîma Komara Îslamî li Kurdistanê siyaseta jinavbirina jîngehê berdewam dike, û her sal dehan hezar hiktar ji daristan, mêrg û jîngeha Kurdistanê bi sedema agirên bizanebûn û bi awayekî sîstematîk têne jinavbirin.
Aliyê kêm di deh salên derbasbûyî de, ji ber hişyariya xelkê deverên cuda yên Kurdistanê û çalakiya saziyên parastina jîngehê, ku mixabin şehîdbûna çendîn jîngeparêzên Kurdistanê lê keftiye, pêşî li gelek karesatên jîngehî hatiye girtin û hewildan ji bo jinavbirina jîngeh, daristan û mêrgên Kurdistanê gelek caran bêencam mane.