Li hember berdewamiya êrîşên rêjîma Îranê li ser Herêma Kurdistanê, fişar û xesarên li ser herêmê her ku diçe zêdetir dibin. Di çend rojên borî de, hêzên Komara Îslamî ya Îranê bi rêya mûşek û dironan ve êrîşî çendîn cihên sivîl li Herêma Kurdistanê û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kirin.
Di encama êrîşa mûşekî ya li ser baregehên Komela Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de, mixabin hejmara pêşmergeyên şehîdbûyî yên Komelê geha 10 kesan. Herwisa di êrîşeke din a li ser baregehên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) de, ku tê de madeya qedexekirî ya fosfora spî hatibû bikaranîn, 8 pêşmerge birîndar bûn.
Li berdewamiya wan êrîşên hovane de bo ser herêma Kurdistanê, Ji şeva Îna derbasbûyî ve heta niha rêjîm bi diron û mûşekan gund û bajar û çiyayan dike armanc.
Şeva derbasbûyî jî çendîn mûşek û dironên rêjîma Îranê ji aliyê Sîstema berevaniya esmanî ya hêzên hevpeyman li Hewlêrê, li esmanê bajêr xistin xwarê. Ev êrîşên bêserûber nebûn tenê sedema xesara canî, di heman demê de bûn egera çêbûna şewatên mezin, tirs û xofa welatiyên sivîl û zirareke mezin gihandin binesaziya herêmê, û li derdora Silêmaniyê û Hewlêrê agir berbû jîngeh û rez û baxên xelkê.