Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî nûçeya sêdarerdana Mehdi Xanekî, yek ji girtiyên xwenîşandanên seranserî yên Befranbara 1404an ragihand.
Mîzan, malpera nûçeyan a dezgeha dadwerî ya rejîmê, bi ragihandina vê nûçeyê re nivîsî ku ew li ser bingeha "Qanûna Tundkirina Cezayê Sîxuriyê" hate sêdarerandinê û dest bi ser hemû mal û milkên wî hat girtin.
Rêxistina Mucahidînê Xelq Mehdi Xanekî wekî yek ji endamên xwe ragihand û nivîsî: «Cewalên Xameneyî ev mucahidê mêrxas di 21ê Rêbendana 1404an de li Karacê girtin û xistin bin îşkenceyên hovane.»
Rapor nîşan didin ku ev xwenîşander bi tohmetên ewlehiyê yên bi ser de hatinî sepandin û di bin yasayên tepeserkirinê de li Dadgeha Inqilabê ya Karacê hatî sêdarerandin.
Yasaya çarçoveya tohmetên têkildarî bi sîxurî û hevkarîkirina bi dewletên dijmin re ji aliyê rêjîmê ve hatiye pejirandin ku ji bo hin ji wan girtiya cezayê sêdarê derkirin.
Di hefteya borî de, Mihemed’emîn Dehaqanî, Mihyedîn Ebdullahî û Husêyn Palanî jî bi heman rêyê û bêyî ragihandina hûrguliyên dosyeyê hatine sêdarerandin.