Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 522 a Agirî de, ev mijar hene:
Li rûpela ewilî de, Manşêt- Dîwarê me li ser cemedê nine û xîmê vê li ser koka erdê bab û kalên me ye.
Rûpela 2 – Peyama Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 37 saliya terora Dr. Qasimlo û hevalên wî li Viyanayê.
Rûpela 3 – Peyama Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat rêzdar Mistefa Hicrî, bi boeya Koça Dawî ya Lindsey Graham, û herwisa Daxuyaniya Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi Boneyê bi terorist naskirina Spaha Pasdaran ji aliyê Dewleta Brîtanyayê ve.
Rûpela 4 de – Kurtiyek ji naveroka Hevpeyvîna kanala Televîzyonî a "Zagros 24"ê digel rêzdar Mistefa Hicrî, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, li derheq siyaset û nêrîna Hizba Dêmokrat li ser pirsên siyasî yên Kurdistan û Îranê, hatiye weşandin.
Rûpela 5 de gotara - Gelo Qasimlo ligel daxwazên îro yên neteweya xwe dimeşiya? Ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.
Rûpela 6 – Beşa 3 a gotara – Ji Nû Ve Nasandina Têkoşîna Kurdî di Serdema Guherînên Mezin de, ji nivîsa Dr. Mehmûd Ebas.
Rûpela 7 ê de gotara - Şer, bernameya etomî û pêşeroja Îranê, Çima siyasetên rêjîma Îranê kawilkar in?, ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpela 8 – de – Ku taybet e bi Hevpeyvîna Agirî, di vê hejmarê de Sîmîn Rûhanîzade ligel rêzdar Azad Kurdî Çalakê siyasî li ser mijara şer û êrîşên di navbera Amerîka û Îranê de hevpeyvîn encam dan.
Rûpela - 9 – Gotara - Dr. Qasimlo rêberek bo hemû nifşan, ji nivîsa Sîna Qasimî.
Rûpela 10 –Gotara - Civaka Îranê di Siya Şer de: Siyaseta Lawazkirinê û Derûniyeke Westiyayî, ji nivîsa Sefiye Xalidî.
Rûpela 11- Agirî de, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.
Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 522 a Rojnameya Agirî, postêrek e li jêr navê “Bîranîna Xebat û Tekoşîna Rêberê Neteweyî Yê Kurd, SIMKOYÊ ŞIKAK” ku bi hilkefta 96 mîn salvegera şehîdbûna wî rêberê mezin e, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.
Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên hejmara 522 a Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.