Pêka rapora “Wall Street Journal”, Amerîka tevî lêkolînkirin bi ser berfirehtirkirana şerê digel paşmaweyên rêjîma Îranê, mijûlê şandina hêza zêdetire leşkerî bo Rojhilata Navîn e, bi taybet kadrên dermanî û alavên serbazî yê zêdetir dişîne.
Pêka vê raporê li heftiya derbasbûyî de hêzên Opreasiyonên Taybet ên Amerîkayê bo Rojhilata Navîn hatine veguhastin, balafirên şerker ên zêdetir li Rojhilata Navîn de hatine cihgîrkirin û balafirên bombhavêj li binkeyên Amerîka û Birîtaniyayê de xistine rewşa amadebaşiyê, da ku li dema hewce de operasiyonên xwe berfirehtir bikin.
Rojnameya “Wall Street Journal”, nivîsandiye ku zêdebûna hêz û şiyana serbaziya Amerîka li Rojhilata Navîn û şandina hêza zêdetir a serbazî, pêwendî bi kuştina 3 serbazên Amerîkayê li êrîşa paşmaweyên rêjîmê bo ser binkeya serbazî ya Amerîka li welatê Ordonê ve heye.