Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwreya Hevkariya Kendavê daxwaza sînordarkirina êrêşên rêjîmê ji Şêwreya Ewlehî kir

09:31 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2026

“Casim El-Bedîwî” Sekreterê Şêwreya Hevkarî ya Kendavê, berdewamiya reftara şerxwazane ya paşmaweyên rêjîma Îranê, sedema bêhêzbûna hewlên navnetwî bo cihgîrkirina aramîyê da zanîn û daxwaz ji Şêwreya Ewlehî ya Netewên Yekgirtî kir ku li hember êrîşên destdirêjîker ên paşmaweyên rêjîma Îranê, sînorekê dabinê û pêşiya êrîşên rêjîma Îranê bigrin.

Sekreterê Şêwreya Hevkarî ya Kendavê ragihand, êrîşên şerxawazaneya paşmaweyên rêjîmê, aboriya cîhanê xistine nav metirsiyek mezin û kiryarên vê rêjîmê li tengava Hormozê de bandor li ser gemîraniya navnetewî daniye.

Herwisa “Casim El-Bedîwî” tevî şermezarkirina gelek tund a êrîşa Hûsiyan bo ser gemiyên Erebistanê ragihand, gefên Hûsiyan hatinûçona gemîraniya li deryaya Sor de kêm kiriye û tekez kir ku hewceyî bi helwîsteke micid a civatgeha navnetewî bo sekinîn li hember gefên Hûsiyan bo ser gemîraniyê heye.