Roja Çarşemî 31ê Pûşperê, Meclîsa Nûneran a Amerîkayê bûdceyeke 95 milyard Dolarî ku beşa herî zêde ya vê bûdceyê bo şer digel paşmaweyên rêjîma Îranê hatiye diyarîkirin bi 216 dengên “Erê” û 214 dengên “Ne”, pesend kir.
Ev bûdceya ku piraniya herî zêde a vê, bo dabînkirina xercê operasiyonên Amerîka li şerê digel paşmaweyên rêjîma Îranê hatiye diyarîkirinê, bo erêkirina dawî bo meclîsa Sena ya Amerîkayê tê şandin.
Ji vê bûdceya diyarîkirî de 60 milyard bo Wezreta Berevanî ya Amerîkayê bo şer digel paşmaweyên rêjîma Îranê, 13 milyard Dolar bo bernameyên ewlehiya netewî û zanyarî û 12 milyard Dolar alîkarîdan bi werzêran li xwe digre ku ji paşhatên siyaseta baca hikûmî xisar geheştiye wan û herwisa 10 milyard Dolar jî bo birêvebirina hinek ji beşên bernameya hilbijartina komarîxwazên Amerîkayê ye.