Fermandehiya Navendî a Amerîka (SENTKOM)ê ragehand, sipêdeha îro 12mîn gera êrîşên esmanî bo ser amancên serbazî ên Komara Îslamiya Îranê dawî pê anî in.
Li gorî daxûyaniya SENTKOMê, li vê operasyonê de şiyana deryayî, kogayên mûşek û dironan, Navendên Çavedêriya qiraxavî û sîstema berevaniya esmanî li deverên Şabad, Kirmaşan, Ehwaz, Ramşîr, Endîmêşk, derwazeya sînoriya Şelemçe, Bûşêhir, Mahşehir, Dêzfûl, Serbender û Sîrik kirine amanc.
SENTKOMê tekezî li ser vê kir ku ew êrîşane şiyana Tehranê bo êrîşa keştiyên bazirganî bi temamî lawaz dikin.
Hevdem ligel sepandina dorpêça deryayî, heya niha rêrewa 9 keştiyên bazirganî guheriye û keştiyek jî, ji kar xistine, herwisa îşare bi vê jî kirine ku pitir ji 50 hezar serbazên Amerîka li deverê de li amadebaşiya tewaw de ne.
Ji aliyekê din ve malpera, Axiyos li zarê berpirsên Amerîka ve belav kiriye ku arteşa welatê wî bo yekem car bombhawêja B-1 bo bombebarana binkên spaha pasdaran bikar aniye, pêngavek ku îşareyek rohine bo zêdetirbûna asta êrîşên serbazî ên Amerîka.