Dewleta Birîtanyayê roja çarşemê 31ê Pûşperê ragihand ku ji ber alozbûna rewşa ewlehiyê, karmendên balyozxaneya vî welatî li Îranê bi awayekî demkî ji Îranê anîne derve.
Lendendê ragîhand ev gav bo xwe-parastinê bûye û balyozxane herwisa bi awayekî nerastewrast dê li ser çalakiyên xwe berdewam be.
Di daxuyaniya dewleta Birîtanyayê de hatiye ku şiyana pêşkêşkirina xizmetguzariyên konsulxaneyî li Îranê pir sînordar bûye û di rewşên nexwestî de egera hevkarîkirina rastewrast tiştekî dijwar e.
Hate daxwazkirin jî ku welatwelatiyên Birîtanyayê yên li Îranê ji bo egera têkçûna geştan, betalkirina firînan û girtina demkî ya esmanê wî welatî amade bin.
Ev biryar piştî zêdebûna aloziyên herêmî û gefên Donald Tiramp derbarê bersiva leşkerî ya Amerîkayê bo egera êrişên Îranê li dijî keştiyên bazirganî li tengava Hormozê hat ragihandin.
Lendendê herwisa li beranber metirsiya alozbûna zêdetir a pevçûnan li herêmê hişyarî da.