Li gorî raporên cuda û li ser bingeha agahiyên serrast û cihê baweriyê, di pey destpêkirina pêla nû ya êrîşên giran yên esmanî û deryayî yên Amerîkayê de, spaha terrorist a pastaran ku li seranserê sînorên avî û esmanî bi temamî lawaz û bêdesthilat bûye, giraniya hêzên xwe bo milîtarîzekirina nawçên netewên bê maf terxan kirine.
Bi hilweşîna temamî ya morala hêzên leşkerî, vê organê ji ber şikestên rêjîmê, niha Sipaha terrorist, bo kontirolkirina Sîstan û Belûçistanê, hêzên milîs yên Fatimiyûn li seranserê Belûçistanê û li hemû binke û payîgehên leşkerî yên herêmê cihgir kirine.
Derbên giran yên vê dawiyê yên Amerîka, karîne spaha terorîst bi tundî lawaz bike û tirsa zêde ji kerb û hêrsa gel, ew neçar kirine ku ji bo parastina padgan û binkeyên xwe li Belûçistanê, van hêzên niyabetî dabinên.
Herwisa di çend rojên derbasbûyî de jî raporan bas ji vê kirin ku rêjîmê hêzeke zaf û cebilxaneyekî giran kêşandiye herêmên sersînorîye Rojhilatê Kurdistan, û li nawçên çiyayî de cihgir kirine.
Ev milîtarîza berfireh li, nîşana tirsa kûr a desthilatdariyê ji tirsê serhildana neteweyan û bêdesthilatiya li hember êrîşên derve ye.
Xaka Kurdistan û Belûçistanê ji bo ti dagîrkerekê ewleh nebûye û nabe.