N. Nûredîn Sofîzade
Li ser bingeha helwesta siyasî û neteweyî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, stratejiya vê Hizbê li hember pêşeroja Îranê û îhtîmala her cure guherîn an pevçûnan, li ser yekxistina hêza neteweyî û azadîxwestiyê rawestiyaye. Hizba Dêmokrat bi belavkirina rohnkirin û helwêsta xwe bo raya giştî, careke din siyaseta xwe ya zelal û pênasekirî li ser van guhertinên pêşbênîkirî da xuya.
Stratejiya sereke ya Hizba Dêmokrat li ser du stûnên bingehîn hatiye avakirin: sernixûniya tam a rêjîma Komara Îslamî ya Îranê û dengvedana daxwazên neteweyî yên gelê Kurd di Îrana siberojê de. Ji bo Hizba Dêmokrat, her cure pevçûn an nearamiyeke siyasî û leşkerî li herêmê, divê ne bibe sedema çone jêr pirsyarê a xebata xelkê û armanc û dirûşm û stratêjiya siyasî a Hizba Dêmokrat, belkî divê bibe derfetek bo xurtkirina tevgêra aliyên opozîsyonê û zêdekirina zextê li ser desthilata Tehranê.
Ev siyaseta neteweyî destnîşan dike ku paşeroja Îranê tenê bi riya rûxandina vê rêjîma dîktator û avakirina sîstemeke demokratîk, xwedî sitatoyekî federalî û azadîxwaz pêk tê. Hizba Dêmokrat balê dikşîne ser giringiya yekgirtina hêzên kurdistanî û hevkarîkirina bi opozîsyona azadîxwaz re ku baweriya wan bi mafên hemû neteweyên Îranê hebe.
Di encamê de, daxuyaniya Komîteya Pêwendiyan û peyama giştî ya partiyê zelal e: Xebata gelê Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe yên reva û bo sernixûniya rêjîmê berdewam e. Ev tevger ne li benda bûyerên derve disekine û ne jî ji prensîbên xwe yên neteweyî paşve gav davêje, belkî bi stratejiyeke kûr û siyaseta kûr û dûrbînî, ji bo garantiya mafên xelkê Kurdistanê di pênşeroja Îranê de têkoşîna xwe berdewam dike.
Gele alî û sazî û heta opozîsyona rêjîma Îranê, renge bi avakirina kom û civînan li jêr navên cuda cuda de, gorî hewayê rojê siyasetê bikin û daxuyaniyan biweşînin, bêguman ev yêk renge tenê pêywendî bi wan û siyaseta wan xwe ve hebe, lê helwêstên Hizbekêk u xwe berpirsyar dibîne li hember xelkê û maf û daxwazên netewiye wan de, û weke pirensîpên xebatê tu carî wan hêlan pêpes nake û piştguh nayêxe, dide îsbatkirin ku xîmê vê tevgerê li temarên erdê de hatiye avakirin, û ne li ser cemedê be ku bi her ba û bahozekê cemed bihele û dîwar biherife.