Hevpeyvîn: Azad Kurdî
Hevpeyvînkar: Sîmîn Rûhanîzade
Azad Kurdî: “Stratêjiya Amerîkayê heta niha jî ev yek e ku bi şereke demkurt bikare siyaset û liv û tevgerên rêjîmê biguherîne, lê Amerîka ligel rêjîmeke îdeolojîk û daxistî berbirû ye û hêşta jî bi awayê pêwîst nekarîne rêjîmê nas bikin .”
1.Eva ku îro di navbera Amerîka û Komara Îslamî de diqewime, hîn jî di çarçoveya şerê sînordar de ye, yan ketiye qonaxekê ku armanca sereke ya wê guhertina hevsengiya hêzê li herêmê û heta guhertina paşeroja Komara Îslamî ye?
Ez bawer im ku şerê sînordar bersivder nebû ligel armancên ku Amerîka dixwest bidestve bîne. Ji ber ku kuştina demê bo rêjîmê girîng bû, ev yek jî ne bi dilê rêveberiya Trump bû .Stratêjiya Amerîkayê heta niha jî ev yek e ku bi şereke demkurt bikare siyaset û liv û tevgerên rêjîmê biguherîne, lê Amerîka ligel rêjîmeke îdeolojîk û daxistî berbirû ye û hêşta jî bi awayê pêwîst nekarîne rêjîmê nas bikin. Di rêveberiya Trump de Cîhgirê Serok Komar li dijî şerê demdirêj e, lewma derfet û meyadan jê re dan ku bikeve dan û standinan bi rêjîmê re. Lihevtêgihîştina demkî ya ku Cîhgirê Serok Komar ligel rêjîma Îranê wajo kiribû, li Amerîkayê kete ber rexneyên tund ên siyasetvan û senatorên Amerîkî û zêde di berjewendiya rêjîmê de didîtin heta Amerîka. Lê me dît ku ev lihevtêgihîştin heman rojên yekem ji aliyê rêjîma Îranê ve hate binpêkirin. Weke tê xuya kirin, Amerîka niha bi destpêkirina pêla sêyem a hêrişên van 2 hefiyên borî û ji nû ve destpêkirina dorpêçên li ser benderên Îranê, rêjîmê neçar bike bihê ser maseya got û bêjan, ku ew jî ne hêsan e. Rêjîm dixwaze şer dirêj bibe û demdirêjkirina şerê sînordar bi qazancê xwe dibîne, lê bê guman dê rêjîmê ber bi nemanê bibe. Heta hevpeymanên Amerîka ji ber girtina Tengava Hormuz nekevin nav şer bona hevkarî ligel Amerîka li dijî rêjîmê, nayê çaverêkirin ku armanca hêriş û pevçûnan ji holê rakirina rêjîmê ye weke vê rewşa ku li Lîbyayê pêk hat.
2.Li gorî hewl û helwestên hemû aliyan heta niha, kîjan sênariyo zêdetir ihtîmal heye: berdewamkirina şerekî sînordar û kontrolkirî, firehbûna wê bo şerekî herêmî, an vegera careke din bo dîplomasî û gotûbêjê?
Take çeka girîng ku di destê rêjîmê de maye û dikare pê bilîze di qada dîplomasiyê de, Tengava Hormuz e. Rêjîm bi çi awayekê naxwaze vê kartê ji dest bide, Amerîka jî berevajî vê yekê difikire û naxwaze îradeya rêjîmê li ser Tengava Hormuz zal bibe. Lewma ev du sedî sed li dijî hev in. Ev rewş dikare heta aseteke zêde şer û qada şer berfirehtir bike. Me dît ku di vê heftiyê de 7 welatên herêmê careke din ketin ber hêrişên teroîstî yên Sipaha Pasdaran a Rêjîma Îranê. Bi nerîna min çareseriya dîplomatîk bi rêjîma Îranê re bê feyde û mifah e. Di şerê 40 rojî de Amerîka qet li jêrxanên aborî, pirs, binkeyên elektirîk û avê neda, lê vê carê bi xurtî dide ber bombeyan û dihiloşîne. Ev yek amajeyeke berçav e ku Amerîka naxwaze êdî demê ligel rêjîma Îranê bikuje. berdewamkirina bombebarankirina binkeyên rêjîmê ji aliyê Amerîka ve û dorpêçên ser benderên Îranê, rêjîmê hartir dike û egera berfirehbûna şer û hêrişan zêdetir e, heta dîplomasî û got û bêjan. Ji ber ku ev îrade ji aliyê rêjîmê ve, ger na şer pêk nedihat.
3.Di stratejiya niha de, Îsraîl heta çi radeyê aktorê sereke û biryarder e, û heta çi radeyê stratejiya Amerîkayê berçav digire? armanc tenê kêmkirina metirsiyên ewlehiyê ye, an jî guhertina tevahiya balans û nexşeya jeopolîtîk a Rojhilata Navîn?
Îsraîl hevpaymanê sereke û mezin ê Amerîkayê ye li herêmê. Lê di vê qonaxê de ez bawer im ku Amerîka dixwaze Îsraîl beşdarî şer û hêrişan nebe, heta bikare hindek welatên herêmê û cîhanê bikişîne di nav şer de. Kêmkirina metirsiyan li ser ewlehiya Îsraîl ne armanc e, ji nav birina metirsî û xeteran armanca serke ye. Me dît Îsraîlê çi anî ser Hemas û Hizbulahê piştî 7ê Oktoberê. Herwiha kom û grupên din ser bi Îranê jî ketin ber hêrişan û nexşe bo lawazkirin û tunekirina wan jî hatiye darêtin. Rojhilata Navîn a sala borî êdî bi dawî hat. Guhertinên gelek mezin di meh û salên pêş de dê pêk bihên. Bi baweriya min neman û rûxandina rêjîma Îranê dikare heta 90 ji sedî Rojhilata Navîn hêmin û ewle bike.
4.Erîşên li dijî bingehên leşkerî, navendên fermandariyê, torên lojîstîkî û piran, çiqas dikarin şiyana Sepaha Pasdaran ji bo birêvebirina şerekî dirêjdemê lawaz bikin? Ya ev tenê taktîkek leşkerî ye, an beşek ji stratejiyek firehtir e ku armanca wê lawazkirina rejîmê yê?
gurz û derbeyên ku rêjîmê di şerê 12 rojî bi Îsraîlê re xwarî ligel şerê bihara îsal ligel Amerîka û Îsraîlê xesarên gelek mezin in. Bi milyaran dolar xesar û ziyan gihîştiye rêjîmê. Renge 10 heta 20 salan nekarin xesaran ji nû ve ava bikin. Lê ger careke din destên rêjîmê bigîje pareyên zevtkirî ji aliyê Amerîkayê, dê bernameyên Etomî, çêkirina mûşek û dronan, herwiha hevkariya aborî û lojîstîkî ligel kom û grupên ser bi rêjîmê, dom bike. Amerîka bi vê yekê hesiya ye û êdî dixwaze heta pereyên rêjîmê jî kontrol bike. Bi baweriya min Amerîka û Îsraîl bona taktîkên biçûk neketine di nav vî şerî de, plan û nexşeya vî şerî tenê lawazkirina rêjîmê nîne, ji vê yekê mezintir e. Ger senariyoyên navxweyî alîkar bin, bi taybet kesayetî û rêxistinên azadîxwaz û demokrat, bo Amerîka jî hêsan dibe ku bikare rêjîmê ji kar bixe.
5.Di demekê de ku gelek welatên herêmê xwe ji firehbûna şerê nîgeran nîşan didin, lê di pratîkê de gavên bandordar nahavêtine, ev bêdengî çawa tê şîrovekirin? Ev nîşana sînordariya hêz û şiyanê ye, an jî bi awayekî nerasterast razîbûnek bo lawazbûna hêdî-hêdî ya Komara Îslamî?
bawer im beşek li welatên herêmê dema 30 salan dibe ku ketine nav projeyeke berfireh a pêşketina aborî û xizmetguzariyên civakî bo gelên xwe û pêşvebirina civakên xwe di hemû waran de, kêmtir bala xwe dabûn li ser bernameyên xwe teyarkirina bi çekan. Van welatên Xelîcê karîna şer û rûbirûbûna ligel rêjîmê nebû. Ji aliyeke din, lihevtêgihîştin bi rêjîma Îranê re hindek ev welat nîgeran kirin, lê çend roj zêdetir nekişand. Ev nîgeranî ji stiratêjiyên Amerîkayê hindek di raya giştî ya welatên Xelîcê de hebû. Lê hemû dixwazin ku guhertin di pêkhateya rêjîmê de çê bibe, ji ber ku bo van derket ku rêjîma Îranê metirsiya herî mezin e li ser asayîş û ewlehiya wan. Hindek welat jî weke Pakistan û Turkiye naxwazin guhertin di pêkhateya rêjîmê de pêk bihê, da ku peşkên van guhertinan negihîje nav wan welatan.
Gelek spas bo rêzdar Azad Kurdî.