Di berdewamiya êrîşên sînorderbaskirinê yên rêjîma Îranê de li ser Herêma Kurdistanê û welatên Kendavê, şeva borî û sibeha îro Hewlêr, Kuweyt û Ordon bûn armanca êrîşên dronî û mûşekî yên wê rêjîmê.
Şeva çarşemê, 31ê Pûşperê, bi rêya çend dronan êrîş hate kirin li ser Hewlêrê, lê hemû dron ji aliyê sîstema bergiriya hevpeymanan ve li esman de hatin têkşikandin.
Li gorî agahiyan, ti yek ji wan dronan negehiştiye armanca xwe û operasyonê ti ziyanên canî bi dû xwe re çinebû.
Ji aliyekî din ve, spaha terorîst a Pasdaran û artêşa rêjîma Îranê îdîa kirin ku sibeha pêncşemê 1ê Gelawêjê, bi dronan êrîş kirine ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Kuwêytê, ji wan jî baregeha esmanî ya "Elî El-Salim", padgana "El-Adîrî", "El-Doha" û "Arîfcan".
Li gorî ragihandina wan, armanca êrîşan wêrankirina depoya teqemeniyê, cihê diron û helîkopteran, sîstema Patriot û cihê akincîbûna leşkerên Amerîkayê bûye.
Hevdem spaha terorîst a Pasdaran belav kir ku di operasyoneke din de li Ordonê, baregeheke Amerîkayê kirine armanc û radara sîstema bergiriye "THAAD", radara "C-RAM" û depoyên şewatê kirine amanca êrîşan.