Em êrîş û kuştarên dewleta İranê şermezar dikin
Li gorî agahdarîyên ku Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li raya giştî belav kirîye, li nêzîkî bajarê Pîranşarê di êrîşeke Pasdarên rêjîma Îranê de şeş Pêşmergeyên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê hatine şehîd kirin.
Li gorî agahdarîyên ku hatine belav kirin, dema ku pêşmergeyên Hizba Dêmokrat li wê herêmê karên siyasî dimeşandin, pasdaran kemîn danine û 6 peşmerge şehîd kirine.
Em van êrişên dewleta dagirker ya Îranê şermezar dikin.
Rihê şehîdan şad, cîhê wan biheşt be.
Em sersaxîyê ji malbata şehîdan, ji rêvîng û endamên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê re dixwazin.
Serê gelê me sax be.
Tu êrîş û qetlîamek nikare rê li ber azadîya Kurdistanê bigrin.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
2 yê Tîrmeha 2026 an