Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî (CENTCOM) ragihand ku di 4:30ê sibê zû ya roja Înê, 2ê Gelawêjê, şeva sêzdehemîn a li pey hev ya êrîşên li ser armancên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bi serkeftî bi dawî hatiye.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, navendên fermandariya leşkerî, kogayên dronan, torên peywendiyê, cihên çavdêriya qeraxavan û şiyanên deryayî li bajar û herêmên Ehwaz, Endîmeşk, Omîdiyê, Hemîdiyê, Xuremava, Borûjerd, Teft, Cîroft, Bender Ebbas, herêmên başûrê girava Qeşm, Xendab, Xurremşehr, Naîn, Cask, Konarek, Pîranşar û Zîbakinarê Gîlanê bûne armanc.
Cîgirê ewlehî û hêzên nîzamî yên rejîmê li parêzgeha Xûzistanê ragihand ku di encama êrîşên Amerîkayê li çend cihên derdora Ehwazê de 4 kes hatine kuştin û 5 kesên din birîndar bûne.
Amerîka ragihand ku armanca van êrîşan kêmkirina metirsiyên li ser keştivaniya sivîl li Tengava Hormozê ye.
CENTCOM herwisa bal kişand ser vê yekê ku, berevajî êrîşên Spaha Pasdaran, Tengava Hormozê hîn jî vekirî maye û keştiyên bazirganî bi piştgiriya artêşa Amerîkayê berdewam in di hatin û çûna xwe de.
Di dawiyê de, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku niha zêdetir ji 50,000 leşkerên Amerîkî li cihên cuda yên Rojhilata Navîn di xizmeta operasyonan de ne.