Reuters roja Pêncşemê ragihand ku Tehran, berî êrîşên vê hefteyê yên Husiyan li ser keştiyên Erebistanê, fermandeyên spaha Pasdaran û amûrên leşkerî yên pêwendîdar bi moşek û dronan şandine Yemenê.
Ev ajansa nûçeyan, pêka çavkaniyên xwe, ragihand ku di 13ê Tîrmehê (July) de di navbera 10 heta 21 endamên Spaha Pasdaran, di nav wan de fermanderên payebilind, bi balafira “Mahan Air” ji Tehranê çûne Yemenê.
Yek ji çavkaniyan ji Reuters re ragihandiye: “Fermandeyên Spaha Pasdaran ji bo piştgirîkirina operasyonên Husiyan û perwerdekirina wan li ser sîstema nû yên moşekan çûne Yemenê.”
Ev zaniyarî di demekê de belav dibin ku“Donald Trump”, Serokkomarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, berê ragihandibû ku ji êrîşa destpêka vê hefteyê ya Husiyan li ser du keştiyên Erebistanê pir bêhêvî bûye û hişyarî dabû ku Komara Îslamî ya Îranê berpirsiyarê rasterast ê van alozîyan dizane.