Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Padigana Artêşa rêjîma Îslamî li Pîranşarê hate bombebaran kirin

13:51 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2026

Di berdewamîya êrîşên asmanî yên Amerîkayê de, sibê ya roja Înê 2ê Gelawêjê, bajarê Pîranşar li parêzgeha Urmiyê hate bombebaran kirin.

Li gorî zaniyariyên navxweyî û vîdyoyên belavbûyî, Padigana Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ku di nav bajarê Pîranşarê de ye bû armanc, û dukel û dûman ji du cihên cuda yên nav padiganê bilind bû.

Hamêd Sefarî, rêvebirê giştî yê kontrola krîzê ya parêzgeha Urmiyê, diyar kir ku êrîş di 9:00ê sibê de rûdaye.

Wî got ku hîn amara rast li derheq ziyanên canî nehatiye eşkerekirin, lê zirarên madî yên giran li maşîn û avahiyên derdora cihê bombebaranê girtine.

Ev êrîş di demekê de pêk hat ku Fermandehiya Navendî ya Dewletên Yekbûyî (CENTCOM) ragihand ku şeva sêzdehemîn a êrîşên wan li ser Îranê bi dawî hatiye.

Li gorî çavkaniyên fermî yên Îranê, di 24 demjimêrên derbasbûyî de armancên leşkerî li zêdetir ji 20 bajarên Îranê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatine armancgirtin.