hevdem digel aloziyên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê de tundtir dibin, Brîtanya, Feranse û Alman beşek ji karmendên balyozxaneyên xwe li Îranê derxistine.
Medyayek Almanî roja Pêncşemê 1ê Gelawêjê ragihand ku karmendên Balyozxaneya Almanê li Taranê axa Îranê terik kirin.
Herwisa, çavkaniyên nûçeyan gotin ku Fransa jî ji ber nigeraniya zêdebûna aloziyan, beşek ji karmendên balyozxaneya xwe li Tehranê zivirandine.
Berê jî, Brîtanya bi fermî ragihandibû ku ji ber rewşa ewlehiyê, karmendên Brîtanî yên balyozxaneyê bi awayekî demkurt hatine zivirandin bo welatê xwe. Di heman demê de diyar kir ku karûbarên balyozxaneyê ji dûr ve berdewam bibin. Lendenê herwisa ji hevwelatiyên xwe xwest ku neçin Îranê.
Ev gava sê welatên Ewropayî di demekê de tê ku berî destpêkirina operasyonên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê jî, hin balyozxaneyan gavên wiha avêtibûn.