“Êlî Kohên” Wezîrê Wize û Binsaziyê Îsraîlê, roja Pêncşemê 1ê Gelawêjê ragihand ku asta amadekariya ewlehî û leşkerî ya welatê wî ji bo rûbirûbûna bi senaryoyên cuda yên herêmê gihiştiye asta herî bilind.
Kohên got ku Têlavîv ji bo her senaryoyekê amade ye û hişyarî da:
“ger Îran wê xeletiyê bike û êrîş bike ser Îsraîlê, em ê bi hêzeke gelek tund bersiv bidin.”
Ev hişdariye di demekê de tê ku alozî gihiştine asta herî bilind. Di heman demê de, kanala “Kan”ya Îsraîlê eşkere kir ku Dewletên Yekbûyî bi fermî “Tel Aviv” agahdar kiriye ku di rojên bê de êrîşên xwe bo ser Îranê dê zêdetir bike û ji bo yekem car balafir û bombên giran dê bi kar bîne. Li gorî vê raporê, tê pêşbînî kirin ku saziyeke sereke ya atomî ya Pîkaks jî dê bibe armanc.
Herwisa, malpera “Axios” piştrast kir ku Amerîka di du hefteyên borî de ji bo yekem car balafira bombebarê B-52 di operasyonên xwe de bi kar aniye.
Di bersiva wan pêşhatan de, Îsraîl asta tedbîrên xwe yên bergiriyê û êrîşê gihandiye asta herî bilind û ji bo her alozîyek ku li herêmê bi qewime amade ye.