Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê bi dronan êrîş kire ser binkeyên Amerîkayê li Hewlêr, Behreyn, Kuweyt û Ordunê

14:42 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2026

Ragihandina giştî ya Artêşa rêjîma Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku roja Înê 2ê Gelawêjê zincîre êrîşên dronanî li ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li Behreyn, Kuweyt û Ordunê pêk anîne.

Li gorî vê daxuyaniyê, li binkeya Şêx Îsa ya Behreynê kogayên şewatê, amûrên leşkerî û cihên akincîbûna hêzên Amerîkayê bûne armanc. Herwisa li binkeya El-Ezreq ya Ordunê cihên balafiran û navendên çêkirina balafirên şer hatine armancgirtin.

Di bersivê de, Wezareta Navxweyî ya Behreynê, ku welatê wê melbenda navgana Pêncemîn a Deryayî ya Amerîkayê ye, rewşa avirte li seranserê welat de ragihand û ji hevwelatiyan daxwaz kirin ku pêbendî rênimayiyên ewlehiyê bin û biçin penagehên herî nêzîk.

Ji aliyê din ve, Artêşa Îranê ragihand ku bi dronan êrîş kirine ser kogayên amûrên leşkerî û cihên akincîbûna hêzên Amerîkayê li bingehên El-Udeyrî, El-Doha û Erîfcan li Kuweytê.

Herwisa sibê ya Înê bi kêmî ve sê dron ber bi Hewlêrê ve hatin avêtin. Ev êrîş ji aliyê sîstima bergiriya hevpeymanan ve di esman de hate têkşikandin, lê di encamê de agir li beşek ji poş û deşta sînorê gundê “Gezne”li parêzgeha Hewlêrê ket.