Em Êrîşên Dewleta Dagirker Ya İranê Şermezar Dikin
Li gor agahîyan li nêzîkî bajarê Pîranşarê di şerekî bi Pasdarên rêjîma Îranê re şeş Pêşmergeyên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê hatine şehîd kirin.
Li gor raportên belavbûyî dema pêşmergeyên Hizba Dêmokrat a Kurdistana İran li wê herêmê de karên siyasi kirine, pasdaran kemîn danîne û bi vî awayî 6 peşmerge şehîd bûne.
Em ji rêka vê peyamê ve serxweşiyê pêşkêşî Hizba Dêmokrat a Kurdistana İranê dikin.
Herwisa em ji malbat û hevsengerên peşmergeyên qehreman ra sebir û sersaxiyê dixwazin.
Bila rihê peşmergeyên şehîd şad be.
Em êrişên dewleta dagirker ya Îranê dubare şermezar dikin.
Têkoşîna doza azadiyê dê hertim berdewam be.
Buroya Çapemenîyê ya Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)
2 yê Tîrmeha 2026 an