Donald Trump, Serokkomarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, roja Pêncşemî di daxuyaniyekê de li ser tora civakî ya “Truth Social” bi fermî ragihand ku her zirarek ku li keştiyan, barên wan an her tiştek pêwendîdar bên xistin, dê ji darayiyên Îranê yên blokekirî ku di bin kontrola Amerîkayê deye dê bên qerebûkirin.
Trump bal kişand ser vê yekê ku ev biryar wekî daxuyaniyeke fermî dê bê cîbicîkirin û got ku, heta ger asta ziraran pir mezin be jî, ew vê gavê dadperwer û rewa dibîne.
Ev helwesta Serokkomarê Amerîkayê piştî wê hat ku di heman rojê de hişyarî dabû rejîma Îranê ku heke Husiyên Yemenê dîsa êrîş bikin ser keştiyên bazirganî, Waşington Komara Îslamî ya Îranê berpirsiyarê rasterast dizane û operasyonên leşkerî yên tund li dijî Tehran û Husiyan dê pêk bîne.
Di bersivê de, Ebas Îraqçî, Wezîrê Derve yê Îranê, li hember hişdariya Trump ya li derrheq qerebûkirina zirarên keştiyan ji darayiyên blokekirî yên Îranê de got ku destgirtina ser darayiyên welatekî rêyek metirsîdar û alozîafirîner e.