Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Xezenedariya Amerîka tora bazirganiya Babek Zencanî ceza da

10:07 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2026

Wezareta Xezenedariya Amerîka sizaya nû bi ser torek ji şîrket û kesayetiyên peywendîdar bi Babek Zencanî, sermayedar û bazirganê Îranî bi sûçê hevkarîkirina rêjîma Îranê bo derbasbûn ji sizayên Amerîka de sepand.

Wezareta Xezenedariyê ragehand ku 9 şîrket û 4 kes xistine nava lîstê reş de, ku têde girûpa Holldînga Dat Wan û şîrketên jêr desthilata wê li warên berhemanîna şimşa zêr, veguhastina hêla asin, firokewanî û geştiyarî ji xwe digre.

Li gorî raportê, ew tora kirîn û firotina perê dîcîtalî, bazirganiya zêr û xizmetguzariya darayî bo veguhastina nihêniya sermaye bo Îranê bikar aniye.

Ev Siza çend kompanyayek li Turkiye û Îmaratê de ji xwe digre ku xizmetguzarî bi serafiyên perê dîcîtala Zencanî dane.

Li wan sizakiriyan de şîrketeke bazirganiya Ellmas li Dubeyî, Behare Murteza Zencanî, Xûşka Babek Zencanî, û Solmaz Benî, hevbeşa bazirganiya Zencanî hene.

Wezîrê Xezenedariya Amerîka tekezî li berdewamiya sînordarkirina destpêregeheştina abûriya berpirsên Îranê kir.

Berê jî Îdareya Kontirolkirina sermayên derekî ên Wezareta Xezenedariya Amerîka li Janwiye ya 2026an de siza bi ser Zencanî û du serafên perê dîcîtalî de sepandibû.