Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li pey kumkên navkî bo danîn li ser mûşekan e

10:28 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2026

Navendên ewlehî yên Amerîkayê gihîştine vê encamê ku rêberê nû yê rêjîma Îranê anku Mucteba Xamineyî, zêdetir ji Elî Xamineyî, dixwaze çeka navkî bi dest xwe ve bîne.

Pêka rapora “New York Times”, hilsengandinên ewlehî yên Amerîkayê didin zanîn ku Mucteba Xamineyê û rêjîma tundajoyek ku piştî kuştina rêberê berê li êrîşên Amerîka û Îsraîlê hatiye ser kar, zêdexwaziyên berfirehkirina çekên navkî yên pêşkevtî hene.

Pêka hilsengandina nû, Mucteba Xamineyî giringiyek zêde nade çeka navkî ya rêgirîker, belku li pey wan kumkan de ye ku bikare li paşerojê de wan biçûk bike û li ser mûşekên dûrhawêj de girê bide û danê.

“New York Times” ragiahndiye ku ev hilsengandin pêka zanyariyên nû yên berî destpêkirina şer û rêberiya Mucteba Xamineyî ye û li guhdan bi hevpeyvînên telefonî û ragihandinên eşkere yên berî şer pêk hatiye û berpirsên Amerîkayê jî ragihandine ku ew zanyarî zêdetir pêwendî bi dîtingehên Mucteba Xamineyî yên berî şer hene.