Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekemîn salvegera bîranîna Şehîdên jîngehê li Sinê

10:39 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2026

Roja Pêncşemî 1ê Gelaeêja 1405an hember 23 yê Tîrmeha 2026an, yekemîn salvegera canidestdana 3 çalakên jîngehê, Hemîd Moradî, Çyakos Yûsefînejad û Xebat Emînî, li Goristana Beheşta Mihemedî ya bajarê Senê bi dirûşma "hevalên nemir, rêya we bîranîna berpirsiyariya me ya li beramberî sirûşt û jiyanê ye" û bi beşdariya çalak û komeleyên jîngehê, malbatên canjidestdayiyan û komeke xelkê hat lidarxistin.

Di vê merasimê de, sitranbêjî û helbestxwendin ji aliyê stranbêjên jin û mêr ve bo bîranîna şehîdên parastina jîngeha Kurdistanê hat kirin û di dawiyê de jî Kotir wekî sembola aştiyê û bîranîna wan bo Esman hatin firandin û azadkirin.

Di dema agirpêketina berfireh a Çiyayê Awiyerê de di 2yê Gelawêja 1404an de, çendîn çalakên jîngehparêz ji bo temirandina agir rastî şewat û birînên giran hatin. Ji ber giraniya birînan, Hemîd Moradî, Çyakos Yûsefînejad û Xebat Emînî li ser hev di rojên 3, 5 û 6ê Gelawêjê a 1404an de canê xwe ji dest dan, û bûne sembola parastina jîngeha Kurdistanê, ev û bîranîn û fîdakariya wan dê hertim li nava gel de zinî bimîne.