Rojnameya Wall Sitrît Jûrnal eşkere kir, Behrêyn û Kuweytê bi awayekî nihênî û li bersiva êrîşên mûşek û dironiye Komara Îslamiya Îranê de, firokeyên şerker bo bombebarankirina çend amancekê li navxweyê Îranê xistine kar û eva yekem dijkiryar û berteka rastewxwe a serbaziya wan du welatane li hember bi rêjîma Îranê bûye.
Li gorî zanyariya çavkaniyên agehdar, êrîşên esmanî ku li destpêka wê heyvê de hatine encamdan, kogayên diron û mûşek û çendîn binkeyên serbazî li navxweyê Îranê de kirine amanc.
Raport îşare bi vê dikin ku Îmaratê zanyariya hewalgîrî li ser amancan û veşartina berevaniya esmaniya hewce bo Behrêyn û Kiweytê dabîn kiriye.
Şareza wê pêngavê bi nîşaneya geşekirina hevkariya hevbeş ên welatên erebî hember gefên Komara Îslamî dizanin.
Hêjayê gotinê ye ku berê jî Îmaratê ku li şerê 40 roje de berdewam amancên êrîşên Komara Îslamî bû, li destpêka şer ve çendîn caran êrîş kiribû ser Îranê.