Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê êrîşên xwe yên bo ser rêjîmê bi awayek demkî sekinandin

11:23 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2026

Piştî 13 şevan êrîşên berdewam û lipeyhev ên Amerîka bo ser paêmaweyên rêjîma Îranê, Donald Tiramp ev êrîş bi awayek demkî sekinandin û da zanîn ku paşmaweyên rêjîmê bo danûstandinê micid bûne, lewma ev êrîşên lipeyhev ên şevane bi awayê demkî sekinadine.

Herwisa Donald Tiramp ragihandiye ku hêj fermana destpêkirina êrîşên mezintir bo ser paşmaweyên rêjîmê nedaye û bi micidtirbûna paşmaweyên rêjîmê bo danûstandinan hêj li benda encama vê proseyê maye.

Serkomarê Amerîkayê got: “Em niha mijûlê gotûbêjan digel paşmaweyên rêjîmê ne û bi hizra min her rojek ku derbas dibe, li gotûbêjan de micidtir dibin, bi hizra min sedema vê yekê jî rohn e”.

Navbirî tekez kir ku tevî vê rewşê, paşmaweyên rêjîmê hêj amadeyê lihevkirinê nînin.