Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ên Kurdistana Îranê li ser Rojeva Siyasî ya Kurdistan, Îran û Herêmê

13:23 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2026

Nirxandina rewşa meydanî û erkeyên hevpeymaniyê

 

Xelkê xebatkar ê Kurdistanê!

Raya giştî û azadîxwaz!

 

Di demekê de ku rewşa siyasî û jeopolîtîk a herêmê û Îranê di guherîn û qonaxeke hestiyar û tijî alozî de ye, civîna Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ên Kurdistana Îranê roja pêncşemê, 1ê Gelawêjê ya 1405an di hemberî (23yê Tîrmeha 2026an) di çarçoveya nirxandineke hemîaliyane ya rewşê de hate lidarxistin.

Ev civîn di demekê de pêk hat ku hevkêşeyên navneteweyî û yên hundirîn ên Îranê tûşî guherînên kûr bûne û Komara Îslamî ya Îranê wekî penageha dawî ji bo peçavtina şikestên xwe yên hundirîn, ji hemî carê zêdetir teror û êrîşên asmanî û zeminî berfireh kirine.

Têkçûn û bêencambûna zincîra danûstandinên di navbera rêjîma Îranê û Amerîkayê de, nîşaneya zelal a xitimîneke siyasî ye ku ev rêjîm xistiye qedeman. Sîstemek ku li hundir de tûşî herifîna baweriya giştî û kirîza aborî ya bêhempa bûye, û li derve jî nikare bi dîplomasiyê kirîza çareser bike. Koma pirskirêk û kirîzên aloz û berbelav ên rêjîmê wiha lê kiriye ku ji êrîşên xwe yên li ser hev ên li ser partiyên siyasî ên Rojhilatê Kurdistanê berdewam be, heta li gorî rewşa birîndarên me yên di êrîşan de, îhtimala bikaranîna «keresteyên şewatê yan fosfora spî» pir e ku bêguman ev yek ji bilî nîşandana bêçarebûn û zelûliya zêde ya rêjîmê li hember tevgera rizgarêxwaziya kurd û hêz û enerjiya veşartî ya gel û partiyên wan, tawana dijî mirovahiyê ye jî.

Şermezarkirina tund a bikaranîna çekên qedexekirî, êrîşên muşekî, dronî û zeminî yên Komara Îslamî ya Îranê bo ser Herêma Kurdistanê û baregehên partiyên siyasî ên Rojhilatê Kurdistanê, tenê hişyariyeke mirovî nîne, belkî xwendineke siyasî ye jî ji bo ziyanên mezin ên vê tevgerê û şermezarkirina tawaneke mezin a şer e. Di vê êrîşa hovane de nirxên giran li ser tevgera me çêbûn. Hejmarek ji pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê, komek ji pêşmergeyên Komelaya Şoreşger a Zahmatkêşên Kurdistanê, komek ji pêşmergeyên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û hejmarek ji gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûn û hewdem hejmareke zêde ji hêzên pêşmerge birîndar bûn. Bes hêj wekî hatî gotin ev pirpitînên dawî yên rêjîmekê ye ku di devedevê herifîn û mirinê de ye û nîşaneya bêhêvîtî û bêçarebûna rêjîmê ye li hember îradeya polatîn a neteweyekê ku di rêya bidestxistina mafên xwe yên rewa de dest ji xebatê bernade.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ên Kurdistana Îranê ligel rêzgirtina di bîranîna van şehîdan de û serxweşî li malbat, heval û hevsengerên wan, van ziyanane wekî windahî ji bo tevahiya tevgera Kurdistanê dibîne. Hewdem hevpeymanî tekeziyê li ser wê yekê dike ku biryara yekrêzî û bihevrebûnê di nav tevgera Kurdistana Îranê de ne bijarde ye, belkî pêdiviyeke stratejîk e ji bo rûbirûbûna van êrîşan. Ji aliyê din ve parastina xwedîderketina li hêzan û bihêzkirina aramiya hundirîn a hevpeymaniyê derfetê dide ku di astê navneteweyî de hewldanên ji bo nasandina rewşa mirovî di Kurdistanê de û tawanên rêjîmê berferehtir bibin. Ji ber wê tekezkirin li ser çareserkirina pirsa rewa ya kurd di vê qonaxê de, bihêzkirina pira pewendiyên navneteweyî ye ji bo ku civaka cîhanî li hember van destdirêjiyan bêdeng nemîne û piştrast bike ku xebata rewa ya xelkê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên xwe yên bingehîn bi van rêbazên hovane natape.

Di dawiyê de jî, di civînê de biryar ji bo berdewamiya hindî zêdetir a karên meydanî yên hevpeymaniyê hate dan û hat ragihandin ku xebat û tekoşîna bihevre û hevalbendiya siyasî û meydanî ya partiyên siyasî yên di nava Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, heta sernixûniya Komara Îslamî û bidestxistina mafên neteweyî û siyasiyên kurd li Rojhilatê Kurdistanê, dê berdewam be.

 

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê

 

1ê Gelawêjê ya 1405an (23yê Tîrmeha 2026an)