Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeymaniyek nû a deryayî bo parastina Tengava Hormozê pêk tê

13:41 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2026

Pêt Hêgêst, Wezîrê şer ê Amerîka, li peywendiyek telefonî de ligel Wês Sitrîtîng, Wezîrê Berevaniya Birîtaniya, daxwaz kiriye Lenden Mêhvandariya Navdewletî bike bo parastina keştîvaniyê li Tengava Hormozê de.

Li gorî raportan, biryar e heftiya bê ew kombûna li asta bilind de bi amadebûna Wezîrê Berevanî û fermandên serbazî ên Rojava û deverê bê lidarxistin.

Amerîka dixwaze li ser bingeha mişêwiriyên çend mehane yên Berîtaniya û Feransa ligel welatên din de biçe pêş û daxwaz li hevpeymanên xwe kiriye keştiyên Mînhilgir, keştiyên şer û dironan bo deverê bişîne, lê heya niha welatên wekî Alman, Îspaniya û Îtaliya beşdariya serbazî red kirine.

Ew hewlane di demekê de ne ku, nêzî 600 keştî û 11 hizar xedeme li kendawê de asê mane û li sê mehên derbasbûyî de pitir ji 30 keştiyên bazirganî keftine ber êrîşan.

Donald Tiramp, Serkomarê Amerîka hoşdarî da li hember her êrîşeke bo ser keştiyan, wê jêrxanên Îranê bibin amanc.

Li hember de Mihemedbaqir Qalîbaf, Serokê Meclîsa rejîmê ragehand rewşa Tengava Hormozê venagere bo rewşa beriya şer û şandeke Omanê jî bo gengeşa vekirina Tengava Hormozê gihhîşte Tehranê.