Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tewerom û bihatî li Îranê bûye pirskirêkekî mezin a xelkê

13:43 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2026

Li gorî raportekê ku di konferansa "Pêşeroja aborî ya Îranê di sala 1405an de" hatine belavkirin, tewerom anku anfilasyon di aboriya Îranê de û bilindbûna bihayê hewcehiyan geheştiye astekê ku bûye diyarokekî giştgir.

Tewerom êdî tenê beşên wekî xwarin û niştecîhbûnê li xwe nagire, belkî gihîştiye tevahiya 23 grupên sereke yên hewcehî û xizmetguzariyan.

Rêjeya wan grupên ku teweroma wan ya mehane ji 3% derbas bûye, di sala 1405an de nêzîkî 100% bûye.

Ev rapor balê dikişîne ser wê yekê ku ji sala 1397an ve bazna teweromê berdewam berfireh bûye û di salên 1404 û 1405an de tevahiya beşên aboriyê wekî perwerde, tenduristî, guhastin û peywendiyan li xwe girtiye û evê yêkê jî wisa kiriye ku êdî şiyana malbatan ji bo dabînkirina hewcehiyên rojane kêm bibe yan hen nemîne.

Gorî wan raporên ku li ser wê rewşê li navxweyê welat de belav dibin û hetta organên pêywendîdare rêjîmê jî êtirafê pê dikin, kontrolkirina vê rewşê tenê bi riya çaksaziya bingehîn di siyaseta darayî de misoger dibe, bêguman rêjîm jî naxwaze rewş çêbe û berdewam cehdê dike ku pirskirêk pêsîra xelkê birgirn û xelk nekare bersivderê jiyana xwe bin.