Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama sersaxiya Sazmana Mocahidînê Xeliq ya Îranê liderheq şehîdbûna şeş pêşmergeyên PDKÎ

11:27 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2026

Di vê peyamê de, Sazmana Mocahidînê Xeliq a Îranê bi silav û rêzgirtin ji riha pêşmergeyên şehîd û berxwedana wan re, şehîd Karo Hormozyar, Ferdîn Çengîzî, Mihemed Xakî, Ebdullah Mihemedpûr, Twana Osmanî û Mihemedemîn Bayezîdî, sersaxî gote Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, malbatên wan şehîdan û hevalên wan, û herwisa bîranîn û fîdakariya wan bilind nirxanid.

Di peyam û daxûyaniya Sazimana Mocahidînê Xelkê Îranê de hatiye: Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê roja derbasbûyî ragihand ku êvara Çarşemî, 10ê Pûşperê, şeş pêşmerge di encama pevçûnekê bi hêzên Spaha Pasdaran li gundê Qizqepan li 3ê kîlomêtiriya bajarê Pîranşarê de şehîd bûne.

Saziman Mocahidîn pêka çavkaniyên PDKÎ ragîhand ku, ev koma pêşmergeyan dema ku ji bo erkeke siyasî û rêxistinî li vê deverê amade bûn, ketine kemîna hêzêek zêde û çekdar yên Spaha Pasdaran û piştî pevçûnê şehîd bûn.

Mocahidîn herwisa nivîsiye: Herwek ku Teşkîlata Nihênî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê jî di peyamekê de ragihand ku xelkê Kurdistanê û hemû welatparêzên têkoşer nahêlin ku xwîna bi neheqî rijandî ya wan pêşmergeyan li erdê bimîne, bê guman dê tola wan bê hildan.

Sazimana Mocahidîn sersaxiyê dibêje gelê Kurd û Hizba Dêmokrat û malbatên şehîdan û hevsengerên wan.

Riha hemî Şehîdên rêka azadiyê şad.