Serokê Ukraynayê Vilademîr Zêlenskî ragihand ku satelîtên Rûsyayê bi awayekî berfireh binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn, bi taybetî li herêma Kendavê, dişopînin. Zêlenskî li ser platforma X’ê nivîsî ku ji destpêka meha Tîrmehê ve, Moskov van wêne û agahiyên satelîtê dide Îranê da ku Tehran êrîşî van binkeyan bike.
Li gorî gotina Zêlenskî, hevahengiyeke eşkere di navbera wêneyên satelîtê yên Rûsyayê û êrîşên Îranê yên li ser Ordon, Kuweyt û Bahrênê de heye; ev wêne hem beriya êrîşan ji bo amadekarî û hem jî piştî wan ji bo nirxandina zeraran hatine bikaranîn. Di van êrîşan de leşkerên Amerîkî jî hatine kuştin. Zêlenskî destnîşan kir ku ew ê van agahiyan bi hevkarên xwe re parve bikin.
Ji aliyê din ve, Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku Ukraynê li Deryaya Xezerê êrîşî keştiyeke ticarî ya Îranî kiriye. Di vê êrîşê de melvanekî Îranî hate kuştin û yek jî birîndar bû. Beriya vê, Zêlenskî ragihandibû ku hêzên wan keştiyeke şer a Rûsyayê û keştiyên ku barên leşkerî yên girêdayî Îranê vediguhastin, kirine armanc. Îranê ev êrîş û helwesta Ukraynayê bi dijî xwe wekî binpêkirina yasayên navneteweyî pênase kir û şermezar kir.