Rojnameya Niyoyork Post, li raportekê de aşkere kir ku Amerîka rêkarên operasyonek taybet bo destbiserdegirtin û birnaderê a kogayên oraniyoma meyandî a Îranê gengeşe dike, operasyonek ku şareza bi aloztirîn operasyona serbazî a dîrokê bi nav dikin.
Li gorî raportê, cîbicîkirina wê pilanê hewcehî bi şandina hezaran serbazên vejayî bo kontirolkirin û dabînkirina ewlehiya derdora binkên etomî heye.
Piştre, tîmên taybet, yekeya 21 a teqemenî, erkê metirsîdar a veguhastina oraniyoma meyandî li binkên Fordo û Îsfehanê digre sitûyê xwe.
Niyoyork Post bi piştgirêdan bi raporta sala 2025an a Ajanasa Navdewletî a Enerjiya Etomê nivîsiye, Îran xwediyê pitir ji 20 hizar pound oraniyoma meyandî bûye.
Cozêf Racêrz, li Navenda lêkolîna sitratejiyan îşare bi vê kir ku bi sedema hêdîbûna birêveçûna danûstandinan, bijardeya serbazî rêya sereke ye bo jinavbirina wan kogayane .
Hevdem Rîçard Goldbêrg, Berpirsê berê ê Şûraya ewlehiya netewî a Amerîka, ragehand serkeftina operasyonê girêdaye bi çêkirina Korîdorek esmanî a aram e.
Ji aliyekê din ve, hewalgîriya Amerîka îşare bi vê kir ku Îran li heftiya derbasbûyî de ewlehiya derdora damezrava Îsfehanê tundtir kiriye û tonêlan de mîn û bombe danîne.
Herwisa veguhastina sedan Santîfiyûjan bo civaka çiyayê Pîkakis li nêzî Netenzê, wa dike ku amanca serekî a her êrîşekê tenê têkdana bilez a binkê be, ne veguhastina emrazan.